Zexeriyan
Zexeriyan, (bi Ermenî: Զաքարյաններ Zak'aryanner; bi Gurcî: მხარგრძელ-Mkharkrdzeli) Xanedana Zexeriyan di navbera salên 1161 û 1360an de huqim kirine.
Zexeriyan xanedaniya herî xurt a Keyaniya Gurcistanê bûn, û nivîskarên Ermenî û Gurcî yên serdemê û dîroknasên îro hem fıkrin ku Zexeriyan Kurd bûn.[1][2]
Vladimir minorsky yek ji dîroknasên herî bibandor ên Kafkasyayê ye. Vlademir dibeje ku bav û kalên wan ji Kurdê Mezopotamya Babirakan (Bapîrakan) Xeli (eşîr) bûn[3]
Xanedaniya Zexerî, Kurdê ku wê demê li herêmê xwedî bandorek mezin bû, timûtim bi Xanedana Şedadiyan re şer kir û di 1199an de Mîrê Anî, ku Mîrê vê Xanedanê bû, ji holê rakir.
Bi êrişa Mongolan re, paytexta Zexeriyan, Anî ket destê Mongolan[4], lê Zexeri wekî vasalên xwe serweriya xwe domandin, bi Mongolan re têkiliyên dostanî danîn. Xanedana Zexerî di sala 1360an de ji hêla Qereqoyûnî ve hate bidawîkirin.