Navên Xwedê di îslamê de

Ev lîste navên Xwedêyên (bi erebî: أسماء الله الحسنى‎, lat. Asmāʾu ’llāhi ’l-ḥusnā; bi kurdî: Esma-ûl Husna) ku di Quranê de derbas dibine. Gorî hedîsan jî 99 neheyên wan navan re Esma ûl Hûsna (Navên Xwedêyên bedew) tê gotin. Di Quranê de hin ayetan de heqî wan de wiha tê qal kirin.

Xweda ewe ku, Xaliq û Barî û Mussawîre û navên herî rind (Esma-ûl Husna) ê wî ne. Hemu tiştê li erd û esmanan wî tesbîh dike. Ew, Ezîz e û xwedî hukum û hîkmet e. (Heşr-24)

Navên herî rind ên Xweda ne. Ji wî ra bi van navan dûa bikin. (A’raf,180)

Muhemmed kerem dike: “Nod û neh (99) navên Xwedê Teala hene. Kî evanan jiber bike ew diçe cinnetê. (Buharî û Muslîm)

"ALLAH: Hemu sifatan zeft dike û navê wî yê herî mezin e (Îsmê âzam)

NavErebî'
AllahاللهEl-Îlah, Xwedê
Er-RehmanEwê pirr bi merhamet û rehm e
Er-RehîmEwê pirr bi merhamet û rehm e
El-MelîkXwediyê hemu gerdûnê ye û hukumdarekî mutlaq e
El-QûddûsJi xeletiyê, xefletê, aciziyê û hemu kêmasiyan dûr û berî ye. pak û paqij e
Es-SelamEvdê xwe derdixîne silametê. Ewê di cinnetê de silavê dide evdê xwe yên bextîyar
El-MûmînEwê di dilan de şewq /şewla baweriyê hişyar dike û ên xwe dispêrin wî disitirîne û diparêze
El-MûheymînEwê diparêze û ditelîne
El-EzîzEwê mexlubîyeta wî ne mumkune, tim serkeftî û xalib e
El-CebbarEwê kêmasiyan temam dike. Tiştê ku dixwaze bizorê dike muxtedîr e
El-MûtekebbîrDi her tiştî de û di her karî de mezinahiya xwe nîşan dide
El-XelîqEwê hemu hebunê û rewşê û bûyerê, kifş û tespît dike û hemuyan ji tunebunê çêdike
El-BarîEwê eşya û wucuda her tiştî li hev tîne û wek hev dixuluqîne
El-MûsewîrTaswîr dike û sûret û sifatan dide
El-XeffarMexfîreta wî zêde yê
El-QehharLi her tiştî, her tiştê ku dixwaze kare bike û hakim û xalibe
El-WehhabHer nîmetî dewamî bexş dike
Er-RezzaqEwê rizqê mexluqat îhsanî wan dike
El-FettahEwê her zor û zehmetê vedike û hêsan dike
El-ElîmBi her tiştî pirr baş zane.
El-QabîdEwê dijdîne û teng dike
El-BasîtVedike fireh dike
El-XafîzEwê ji jor dadixîne jêr nizim dike
Er-Rafî’Bilind dike, ber bi jor ve dike
El-MûîzzEwê îzzetê û rûmetê dide, mêvandar e
El-MûzîllDixîne zilletê û rezîl û riswa dike
Es-Semî'Her tiştî dibihîse
El-BasîrHer tiştî dibîne
El-HekemHukum dide û heqqiyê tîne cî
El-EdlPirr bi edalet e
El-LetîfEwê bi heqîqeta hemu karan baş dizane û evdê xwe digîhîjîne qencîyan
El-XebîrBi nava her tiştî dizane û bi veşartî û diziyan xeberdar e
El-HelîmEwê hema ceza nade sucdaran. Mulayîm û nerm e û wextê dide evdê xwe
El-EzîmPirr bi ezamet e
El-XefûrEff û mexfîreta wî pirr û zêde ye
Eş-ŞekûrBerdêla qenciyên ku ji bo razayiya wî tê kirin, zêde zêde didê
El-EliyBi îzzet û rûmet û hukumraniya xwe pirr bilind e.
El-KebîrPirr mezin e, yê herî mezin e
El-HefîzEwê hemu karê ku tê kirin, bi tefsîlata wî digre, her tiştî heta dema wî ya kifşkirî, ji bela û musîbetan diparêze muhafize dike
El-MûqîtQut û nifqê her maxluqatî didê
El-HesîbEwê di jîyana her kesê de bi tiştê ku kirîye dizane û bi hemu hesabê wî dizane
El-CelîlXwedî celalet û mezinahiyê ye
El-KerîmLutf û kerema wî pirr fireh û zêde ye
Er-ReqîbEwê li ser hemu hebunê çavbend e û her tişt di bin qontrola wî da ye
El-MûcîbDaxwza kesê ku jê re dûa û lavayî dike tîne cî.
El-WasîÎlmê wî û rehmeta wî û ef û mexfîreta wî fireh e
El-HekîmHemu emrê wî û karê wî bi hukum û hîkmete
El-WedûdJi evdê xwe pirr hiz dike û ji hizkirinê ra pirr layîq e
El-MecîdBi nav û şanekî mezin û bilind e
El-BaîsMiriyan vedijîne û ji gorên wan dertîne
Eş-ŞehîdDi hemu deman de û li her derê hazir û nazir e
El-HeqHebuna wî qe naguhere
El-WekîlKarê wan kesê ku jê ra tevekkul dike digîhîjîne aqubetek baş
El-QewîyPirr bi hêz û quwet e
El-MetînPirr saxlem û qewîn e
El-WelîDostê evdê xwe yên qenc e
El-HemîdJi wî tenê ra hemd û sena tê kirin û bi zimanê hemu hebunê peznê wî tê kirin
El-MuhsîBi hejmara hemu tiştî yek bi yek dizane
El-MûbdîHemû hebûn bê mîsal û bê madde cara pêşîn xuluqandî ye
El-MûîdEwê piştî ku hebun hemu tune kir, paşê ji nuhveda dixuluqîne
El-MûhyîEwê can bexş dike û heyat û sihatê dide
El-MûmîtEwê mirina maxluqekî bi can dixuluqîne
El-HeyZînde, bi her tiştî dizane û bi her tiştî dikare
El-QeyyûmBi erd û esmanan û her tiştî digre
El-WecîdDaxwazê xwe çi wextê bixwaze dibîne
El-MecîdQedr û şanê wî mezin e û kerem û qenciya wî zêde ye
El-WahîdDi zatê wî da û sifatê wî da û hukmê wî da û navê wî da tu şerîkê wî tune û tenê ye
Es-SamedEwê hewceyan û tengiyan diborîne
El-QedîrEwê daxwaza xwe, dikare bîne cî
El-MûqtedîrEwê li ser ên xwedî quwet û qudret li gor daxwaza xwe tasarufê dike
El-MûqeddîmEwê daxwaza xwe dixe pêşiyê û pêş da dibe
El-MûexxîrEwê daxwaza xwe dawiyê da dihêle paş da dibe
El-EwwelPêşîn e
El-AxîrDawî ye
Ez-ZahîrEşkera ye, xuya ye
El-BatinJi her tiştî veşartî ye
El-WalîEwê qaînatê û her tiştê hema diqewume îdare dike
El-MûtealîJi het tiştê ku aqil di ber da diçe û ji her rewş û timtêlê bilindtir û mezintir e
El-BerrJi bo evdê xwe tim hêsanî û rehetiyê dixwaze û qenciya wî zêde ye
Et-TewabTowbeyan qebul dike û gunehan effu dike
El-MûnteqîmBi edaleta xwe sucdar musteheqê kîjan cezayî ye, wî cezayî didê
El-EfûwPirr efukar e
Er-ReûfPirr litufkar û pirr bi rehm e
Melikûl-l MulkEbedî xwediyê mulk e
Zûl Celal-î Wel ÎkramHim xwediyê mezinahiyê ye û him jî, xwedî fezl û kereme
El-MûqsîtHemu karê xwe wek hev û di cî de çêdike
El-CamîÇi bixwaze, li çi cîyî miraz kiribe dicivîne
El-XenîyPirr zengîn e û ne hewciyê tu kesîye
El-MûxnîKî bixwaze wî zengîn dike
El-Manî'Ewê desturê nade ku tiştek biqewume
Ed-DarrEwê tiştê elem û kederê dide, dixuluqîne
En-NafîEwê tiştê bi xêr û nafetê dide mirov dixuluqîne
En-NûrEwê nûra xwe dide aleman, hinek rûyan û hiş û dilan bi nûr dike
El-HadîEwê hîdayetê dide û evdê xwe tîne ser rêya rast
El-BedîEwê alêmên bê mîsal û ecêb çêdike
El-BaqîDawiya hebuna wî nîne
El-WarîsEwê hebuna wî dewamî ye û xwediyê heyîna heqîqîye
Er-ReşîdEwê hemu kar û kiryaran li gor textîra xwe ya ezelî dimeşîne û li ser nizam û hîkmetek rast digîhîne aqûbeta wî
Es-SebûrPirr bi sebir e.

Çavkanî