Mîrektiya Kilîsê

Mend an Mîrgeha Kilîsê (1260-1847) mîrgeheke Kurd li herêma Kilîsê, Dilok, Efrîn û Heleb bû ye[1].

Dîrok

 Gotara bingehîn: Dîroka Kurdistanê

Gôrê Şerefname ya Şerefxan ev mîrgeh ji Menteşe, ê ku di sedsala 11'mîn de ji devera Colemêrg hatî bû ye Kilîsê ve hatî bû damezirandin[2]. Du birayên Meteşe hebûne. ji vanan yek Şemsedîn, damezrînerê mîrgeha Şemsoyan Colemêrg , û yek jî Badînan damezrîner mîrgeha Behdînan, bû ye. Mîrê vê mîrgehê inwana Mend girtî bû ne[3]. Bi danûstandinên rind yên ligel xanedana Eyûbiyan vê mîrên vê mîrgehê karibûne erdnîgara fermandariya xwe berebere ji Kilîs û Cûmê li alîye Helebê û Elbistanê fireh bikin. Paşê Eyûbiyan Mirên Kilîsê dikin Mîrên Mîran ên Heleb û Şamê. Piştê hilveşandina dewlata Eyûbiyan mîrên mendî serweriya Memlûkan dabiland nekin û di şerê Împeratoriya Osmanî ê hember Memlûkan de li hember Memlûkan şer dikin. Wê demê li Kilîsê mîr Şêx Îzedîn mîritiye kirî bû ye[4]. Piştê dîlovanîya wî ev mîrgeh derbasê destê sulala Canbolatan dibe, ji ber ku kurên Şêx Îzedîn tunebûne.

Mîrên Kilîsê

  1. Mend (1260-1277)
  2. Ereb (1277-1301)
  3. Cemal (1301-1344)
  4. Ehmed (1344-1351)
  5. Habîb (1351-1388)
  6. Kazim(1388-1421)
  7. Şêx Îzedîn (1421-1467)
  8. ...

Mijarên têkildar

Çavkanî