La Linea

La Linea navê rêzefîlmekî kartonî ye ku ji aliyê kartonîstê îtalî Osvaldo Cavandolî ve hatiye xêzkirin. Muzîka wê jî ji aliyê Franco Godi ve hatiye amadekirin.Ji ber ku kurt û balkêş û komîk e ji sala 1969 û vir ve li gelek welatan belav bûye, li gelek welatan hatiye darîkirin (temaşekirin).

La Linea
DublajCarlo Bonomi (hemû deng)
Dublajkirina kurdîTune
BestekarFranco Godi
WelatÎtalya
Hejmara sezonan3
Hejmara beşan90
Mawe2 - 6 hûrdem
ŞirketB. Del Vita (sezon 1), HDH Film/TV (sezon 2)
Weşana ewilî1971 – 1986

Mijara wê

Li ser xêzeke bêdawî ew karakter her rêve diçe û tişt tên serê wî. Bi vî awayî ji 90 beşan pêk tê, her beş di navbera 4-5 xulekan de ye. Di gel ku heta 225'an jî hatibe nimarekirin lê a rast ji 90 beşan pêk tê.

Sernavê Rêzefîlmê bi zimanên din

Li wan welatan bi navên cuda hatiye bilêvkirin:

Resen/Orjînal: La Linea

"Linus på linjen" (Lînûsê liser xêzikê) - Swêd

"Badum badum" - Slovenya

"Badum badum" û carna jî "Złośniczek" - Polonya

"Menő Manó" - Mecaristan

"Mar Kav" / "מר קו" (Lawê Xêzê) - Îsraêl

"Bajram" - Albanya

"Streken" - Norwêc

"Stregen" - Danîmarka

"Línan" - Îslenda

"Baljum Baljum" - Makedonya

"Барум Барум" / "Barum Barum" an jî "Абаракандиши Ди Фјури" / "Abarakandiši Di Fjuri" - Serbistan

"Lineman" - Dewletên Yekbûyî yên Amerîka

"La Linéa" - Fransa

"A Linha" - Brezîl

"Lijntje" - Holenda

Çavkanî