Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê
ANC (Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê) ji partiyeka li Afrîkaya Başûr a bi navê African Native Congress (SANNC) bingeha xwe digire. Sala 1923î de hatiye damezirandin.
![](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/a/a2/Flag_of_the_African_National_Congress.svg/220px-Flag_of_the_African_National_Congress.svg.png)
Hêza wê ya çekdarî ya bi navê Umkhonto We Sizwe ji aliyê Nelson Mandela ve hatiye avakirin. Li dijî sazîmaniya rasîst (nîjadperest) a Efrîqaya Başûr a çermespiyan hatibû avakirin û bi wan re têdikoşiya. Piştî şîkestina vê sazûmaniya rasîst, ev rêxistin jî êdî hewceyiya xwe windakir. Di dema şerê sar de rêxistin polîtîkayên Marksîst dihewand. Gelek mîlîtan û alîgirên wê têne kuştin, êşkencekirin û zîndanîkirin.
Di 8ê nîsana 1960an de rêxistin tê qedexekirin û ev qedexe heya sala 1990î didome. Dema ku sazûmaniya rasîst di 9ê gulana 1994an de têkdiçe ANC jî bi awayeke îndîrekt tê ser desthilatdariyê.