Gustavo Petro

siyasetmedarê Kolombiyayê

Gustavo Francisco Petro Urrego yan jî Gustavo Petro, (jdb. 19ê nîsana 1960an liCiénaga de Oro, Córdoba, Kolombiya) aborînas, siyasetmedar, gerîlayekî berê, senator û serokê hilbijartî yê Kolombiyayê ye.[1][2] Gustavo Petro, Rodolfo Hernández Suarez di gera dengdayîna duyemîn a hilbijartinên serokatiya Kolombiyayê ya sala 2022an de di 19ê hezîranê de têk bir û bû serokê Kolombiyayê.[3][4][5] Wî di hilbijartinên serokatiyê yên Kolombiyayê de herî zêde dengên ku her berbijarek ku heta niha wergirtiye, bidest xistiye.

Gustavo Petro
Jiyan
Jidayikbûn
Gustavo Francisco Petro Urrego

19ê nîsana 1960an (64 salî)
Ciénaga de Oro, Córdoba, Kolombiya
HevwelatîKolombiya
NeteweKolombî
Zarok5
PîşeSiyasetmedar, aborîzan
biguhêreBelge

Petro, di 17e saliya xwe de bûye endamê Tevgera 19ê Nîsanê ya Gerîllayê ku piştre derbasî Partiya Yekîtiya Demokratîk M-19 bû ku partiyeke siyasî ya ku di sala 1991an de jibo endamê Meclîsa Nûneran hatiye hilbijartin. Piştê hilbijartina parlementoya Kolombiyayê ya sala 2006an de bi dengê herî zêdeyê duyemîn wekî endamê Partiya Demokratîk a Alternatîf (PDA) dibe senator. Di sala 2009an de, wî ji erka xwe îstifa kir ku di hilbijartinên serokatiya Kolombiyayê ya 2010an de bibe namzed û di vî hilbijartinê de bû çaremîn.[6]

Piştî nakokiyên îdeolojîk bi serokên PDA re, wî tevgera Humane Colombia damezrand ku ji bo şaredariya Bogotá bibe namzed. Di 30yê cotmeh 2011an de di hilbijartinên herêmî de weku şaredarê Bogota hate hilbijartin û di 1ê çileya 2012an de dest bi karê xwe kir. Di sala 2013an de bi jibo xebatên wî yên di derbarê avhewayê yên di dema wezîfeya wî de "Rêberiya Avhewa û Bajêr" li seranserê cîhanê wergirtiye.

Jînenîgarî

Petro li Ciénaga de Oro, li beşa Kordoba, di sala 1960an de ji dayik bûye.[7] Dê û bavê wî cotkar in û bi eslê xwe îtalî ye.[8] Petro bi baweriya xiristiyaniya katolîk mezin bûye û her çend wî hebûna Xwedê jî bipirse jî diyar kiriye ku dîtina wî ya Xwedê ji ber teolojiya rizgariyê heye.[9]

Jibo pêşerojek baştir, malbata Petro biryar da û di salên 1970an de koçî bajarokê Zipaquiráyê ku li herêma navend a Kolombiyayê li bakurê Bogotáyê ye.[10]

Petro di 17e saliya xwe de bû endamê Tevgera 19ê Nîsanê û tevlî çalakiyan bû. Di 19ê avrêlê de Petro bû rêberê tevgerê û di sala 1981an de wekî ombudsmanê Zipaquirá û ji sala 1984an heta sala 1986an wekî endamê meclîsê hate hilbijartin.[11]

Gerîllatiya M-19yê

Di temenek ciwan de (dora 17e saliya xwe de) Petro bû endamê Tevgera 19ê Avrêlê (M-19) ku tevgerek rêxistina şoreşger a Kolombiyayê ye, di sala 1974an de li dijî Koalîsyona Eniyê piştî çalakiya sextekariyê di hilbijartinên 1970an de derketiye holê.[12]

Di sala 1985an de Petro ji aliyê artêşê ve ji ber tawanbarkirina wergirtina neqanûnî ya çekan hate girtin.[13]

Perwerdehiya wî

Petro ji Zenîngeha Universidad Externado de Colombia dîplomeya xwe yê aboriyê stand û li Escuela Superior de Administración Pública (ESAP) dest bi xwendina lîsansa bilind kir. Paşê, wî bawernameya masterê di warê aborî de li Universidad Javeriana yê wergirt.[14][15] Piştê demekê kurt Petro çû Belçîkayê û li Université catholique de Louvain di beşa Aborî û Mafên Mirovan de dest bi xwendina bilind kir û bi xwendina xwe ya doktorayê di rêveberiya giştî de li Zanîngeha Salamanca ya Spanyayê perwerdeya xwe berdewam kir.[16][17]

Çavkanî