- "ku", ne "ko": ew dibêje ku...
- "iy", ne "îy": çiya, jiyan, kiriye...
- "ji bo, li gel, li ser, bi hev re...", ne "jibo, ligel, liser, bihevre / bihev re /bi hevre..."
- "dest pê dikin", ne "destpêdikin, destpê dikin, dest pêdikin..."
- "bi kar tînin", ne "bikartîn / bikar tînin / bi kartînin..."
- "kurd im, kurd î, kurd e, kurd in", ne "kurdim, kurdî, kurde, kurdin"
- "zimanê kurdî, gelê kurd, adar, newroz", ne "zimanê Kurdî, gelê Kurd, Adar, Newroz"
| - "ez ê bikim, min ê bikira", ne "ezê bikim, minê bikira"
- "hevalê min ê baş", ne "hevalê minê baş"
- "zimannasî, serokkomar, xurttir, bilindtir...", ne "zimanasî, serokomar, xurtir, bilintir..."
- "bigirim, binivîse, bikişîne...", ne "bigrim, binvîse, bikşîne..."
- "lîstin, kuştin, axiftin, hefs, heft...", ne "lîztin, axivtin, kujtin, hevs, hevt..."
- "Chomsky, Einstein, Shakespeare...", ne "Çomskî, Aynştayn, Şêkirspîr..."
- "di kitêbê de, bi min re, ji wir ve...", ne "di kitêbê da, bi min ra, ji wir va..."
- "cînav di kurdî de, gerînek li Kurdistanê, peyamek ji wî...", ne "di kurdî de cînav, li Kurdistanê gerînek, ji wî peyamek..."
|