Erdheja Wanê 2011
Erdheja Wanê 2011 yek ji erdhejên mezin ên li Kurdistana Tirkiyeyê rûdaye ye. Di 23ê çiriya pêşîn 2011an de, di katjimêr 13:41ê de pêkhatiye û bi qasî 25 çirke berdewam kiriye.
Erdheja Wanê 2011 | |
---|---|
![]() | |
38°37′41″Bk 43°29′10″Rh / 38.628°Bk 43.486°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye, Îran, Ermenistan, Azerbaycan ![]() |
Mawe | 25 sanî ![]() |
Hejmara miriyan | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
![](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/6/67/Van_EQ_intensity_USGS.jpg/220px-Van_EQ_intensity_USGS.jpg)
![](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/8/89/Collapsed_structures_and_debris_in_Van%2C_Turkey.jpg/220px-Collapsed_structures_and_debris_in_Van%2C_Turkey.jpg)
Navenda erdhejê 17 km ji bajarê Wanê dûr e, nêzîkî gundê Sorsoratê. Derbareyê hêza erdhejê de nêrînên cuda hene. Pirranî dibêjin hêza erdhejê 7,2 richter bûye. Erdhejê ziyana mezin da parêzegaha Wanê.
Balafirgeha Wanê jî ziyan dît û bo demekê seferên balafiran hatin rawestandin. Bi sedan avahî hilweşiyan, dibistaneke sitarê ket xwarê. Bandora erdhejê li seranserê Bakurê Kurdistanê (Îdir, Colemêrg, Riha, Erzîrom, Agirî, Mêrdîn, Amed, Mûş, Bedlîs, Qers, Êlih, Sêrt[1]) rûda. Herwiha erdhej li bakurê Îsraêl, Îran, Gurcistan, Azerbaycan û Ermenistanê jî hatiye hîskirin.
Bîlanço
Hejmara mirovên jiyana xwe jidest dane 605 kes in û 4.152 kes jî birîndar bûne.[2][3][4][5]
Li gorî agahiyan (27 çiriya pêşîn 2011 - 10:00) di erdhejê de hejmara avahiyên ku bi temamî xira bûne 3713 û hejmara avahiyên ku kêm xesar dîtine 2209 in. Bi tevahî avahiyên bixesar 5922 bûn.[6]
Bertekên siyasî û civakî
Dema erdhej pêk tê li Tirkiyeyê rojev ketina artêşa tirk bo Başûrê Kurdistanê ye. Atmosfera şer ya ku mijara sereke ya medyayê ye, li bajarên lê romî (tirk) pirranî ne riya lînçkirina kurdan li vedike.[7]
Dema erdhej rû dide, hin ronakbîr, rojnamevan û zanayên tirkan şabûna xwe bo erdhejê tînin ziman ku çima li Kurdistanê pêkhatiye û ziyan gihîştiye kurdan. Spîker Müge Anlı di bernameyeke TVê de heqaretê li miriyan û mexdûran dike.[8]
Di hin qoliyên alîkariyê de yên bo Wanê çûne kevir, molotof û ala Tirk derket.[9] Ev bertek û niqaşên wê yên di raya giştî de bala etîknas û siyasetmedaran dikişîne û dibe derseke civakî.[10]
Alîkariyên ku ji bo erdhejzedeyan hatine komkirin
Alîkariyên rekor yên ji bo Wanê:
- Samanyolu TV, beşên Samanyolu û digel 100 TV'yên herêmî ji bo erdhejzedeyan kampanyaya alîkariyê çêkirin û di şevekê de 35.000.000 LT (lîrayên tirkî) hatin berhevkirin.[11]
- 12 kanalên tirk hevkariyê kampanyaya alîkariyê dan destpêkirin û di şevekê de 61.000.000 LT (lîrayên tirkî) hatin berhevkirin.[12]
- Ji keyê Erebistana Siûdî Evdileh bîn Evdilezîz 50.000.000 $ hatiye bexşandin.[13]
- Ji serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê 1.000.000 $ hatiye bexşandin.[14]
- Ji bo Wanê li Kurdistanê seferberî hatiye îlankirin û ji bakur û başûrê Kurdistanê alîkarî ji bo Wanê hat.[14][15][16]
- Digel wan gelek alîkarî ji bajarên Tirkiyeyê hatiye komkirin.
- Û digel van ji 35 dewletan alîkarî hatiye xwestin.[17]
Herwiha Google ji bo ku kesên nediyar û yên di bin kavilan de mane, beşeke bi navê Google Vebînêrê Kesan (Person Finder by Google an jî bi Tirkî Google Kişi Bulucu) çêkir.[18]
Dewletên ku ji Wanê re kon şandine
Almanya: 500 kon, Awistriya: 32 kon, Belçîka: 400 kon, Îngilistan: 1144 kon, Danîmarka: 100 kon, Estonya: 329 kon, Tirkiye: 20.000 kon(Heyva Sor a Tirk Türk Kizilayi), Fransa: 490 kon, Îrlenda: 624 kon, Spanya: 329 konSwîsre: 155 konên bi pergala germkirinê, Lûksembûrg: 360 kon, Romanya: 100 kon, Slovakya: 10 - 6x26 kesan û 4x10 kesan, Slovenya: bi tenê 2 kon bo Wanê şand in.[19]