Dengdêr

Dengdêr (hin zimannas navê bideng, nedengdar, dengdar û denganî lê dikin), li gorî dengnasiya bilêvkirinê dengekî axavtinê ye ko bê girtina riya deng a jorîn dihêt bilêvkirin. Riya deng a jorîn derên jorî ya qirqirik anko hencereyê vedigirit. Bervajî dengdêran dengdar in.

Dengdêrên zimanê kurdî

Dengdêrên kurdî ev in: a, e, ê, i, î, o, u, û. Ji wan, a, ê, î, o, û dengdêrên dirêj in. Yên din jî, e, i, u dengdêrên kurt yan kin in.

Dengdêrên zimanê kurdî
Dengdêrên pêşderkîDengdêrên navderkîDengdêrên paşderkî
Girtî
(bilind)
î [ ]û [ ]
Nîvgirtîi [ i ]/[ ɯ ] →u [ ʊ ]
Navînê [ ]o [ ]
Nivvekirîe [ ɛ ], wekî yek
Vekirî
(nizim)
e [ a ]a [ ɑː ]


Çavkanî

  • Azal, Azad (2009). Zimanê kurdî. Înstîtuta kurdî ya Amedê.