Daryûsê Mezin
Daryûs I, ango Daryûsê Yekê, an jî Daryûsê Mezin (wekî Daryûş û Dara jî tê zanîn). (549 b.z.– nêzî 485 b.z.), şahanşahekî dewleta farisên Hexamenişî bû. Ew lawê Vîştaspa (yewnanî: Hystaspes) bû û bavê Xeşeyerşa bû. Şahê Daryûs I di navbera salên 521ê berî zayînê û dor 485ê berî zayînê de şahîtî kir.
Daryûsê Mezin 𐎭𐎠𐎼𐎹𐎺𐎢𐏁 | |
---|---|
Şahanşah | |
Wêne:Darius the great. jpg.jpg, Darius detail on the Darius vase.jpg | |
| |
Serwerî | 29ê îlona 522 b.z.an – çiriya pêşîn 486 b.z. |
Yê paşî | Xeşeyerşa I |
Jînenîgarî | |
Navê rastî | Dārayava(h)uš 𐎭𐎠𐎼𐎹𐎺𐎢𐏁 |
Roja jidayikbûnê | 550 b.z. |
Mirin | çiriya pêşîn 486 b.z. |
Xanedan | Hexamenişî |
biguhêre![]() |
![](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/5/56/Map_of_the_Achaemenid_Empire.jpg/200px-Map_of_the_Achaemenid_Empire.jpg)
![](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/c/cd/The_tomb_of_Darius_I.jpg/200px-The_tomb_of_Darius_I.jpg)
Etîmolojiya navê Daryûs
- Daryûs bi latînî Darius an jî Dareus e û ji peyva yewnanî Dareios e. Dareios jî kurteya navê bi farsiya kevin Dārayavauš[1][2] e.
Dārayavauš ji zimanê elamî Da-ri-(y)a-ma-u-iš tê[3][4]. Nav bi akkadî dibe Da-(a-)ri-ia-(a-)muš[3], bi aramî Dryhwš û bi aramiya kevn Drywhwš e[çavkanî hewce ye].
Dîrok
Di dema Daryûs I de li împeratoriyê gelek serîhildan der ketin. Dema wî de Babîl du caran, sê caran, Elaman sê caran, Îyonya li hembera karger serîhildan. Ji bo wan serîhildanan jî Împeratorî lawaz bû û Daryûs I li hembera Yewnana kevnare di Cenga Maraton de bin ket. Lê dîsa jî wî Împeratorî li Qefqasya, Pontos û Ermenistan belav kir û bi Saka û Turaniyan re ceng kirin. Di wan cengan de wî dest bi nerîtên nûyên wek dan dana leşkeran û wan antrenman kirin, kirin.
Daryûs I di dema xwe de dewlet organîze kir û gorî Satrap ango herêman karger kir. Gorî Herodot wî împeratorî parva 20 satrapan kirî bû û ew satrapan ji aliya satrapan dihat karger kirin û wek otonom bi navenda împeratorî ve girêde bû.
![](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/b/bc/Achaemenid_King_Darius_I_dressed_as_an_Egyptian_Pharaoh._27th_Dynasty_of_Egypt%2C_521-486_BCE._British_Museum.jpg/220px-Achaemenid_King_Darius_I_dressed_as_an_Egyptian_Pharaoh._27th_Dynasty_of_Egypt%2C_521-486_BCE._British_Museum.jpg)
Avakirinên wî
Daryûş di dema xwe de paytexta împeratoriyê Persepolis çêkir. Li ber wî dema Kûruş de Pesargad paytexta împaratorî bû û paş wî persapolis ava kir re kargera xwe bira wir. Li persapolis bêtir wî navbera Sûweyş û Nîl de kanaleke bo keştiyan kola. Dîsa gorî tabletên Persapolisê wî navbera Susa (bajerekî îroj li Xûzistanê) û Sardis (îroj nêzi Manisayê) rêyeke keyî çêkiribû.
Girêdanên derve
- Daryûs I û nivîskên Bêstûnê Girêdana arşîvê 2007-03-13 li ser Wayback Machine