Canhêştir

Canhêştir
Canhêştirê nêr li Başûrê Afrîkayê
Rewşa parastinê
Dabeşandina zanistî
Cîhan:Animalia
Filûm:Chordata
Çîn:Mammalia
Kom:Artiodactyla
Famîle:Giraffidae
Cins:Giraffa
Cure:G. camelopardalis
Navê zanistî yê latînî
Giraffa camelopardalis
(Linnaeus, 1758)
Belavbûna binecureyên canhêştiran.

Canhêştir, hêştirga yan jî zurafe (Giraffa camelopardalis), cureyek guhandarên giyanxwerê girs j koma Dubarpêçiyan an Artiodactyla ye.Canhêştir li Afrîkayê dijî û stûyê wê di navbera guhandarên Cîhanê de yê herî dirêj e. Stûyê wê digihêje bêtirî 5,85 m û giraniya wê 2000 kg. Bi merîtî canhêştir dighêje xezal û ajalan ji ga û mangayan, lê xêzanek an famîleyek e wê cihê heye û navê wê bi latînî Giraffidae ango famîleya canhêştiran. Canhêştir ji daran dixwe bi alîkariya ûstiya wê ya dirêj. Canhêştir ji 20-28 salan dijî.

Etîmolojî

Navê cins û cureyan an navê zanistî (G. camelopardalis) ji peyva romanî ya klasîk hatiye,ku wateya wê hêştirparsê ango wekî pars û hêştir xuya dike. Bi rastî navê nûjen ya înglîzî Giraffe ji zimanê îtalî û fransî di sedsala 19'an.[1] [2] Navê niha ji zimanê erebî (bi erebî: زرافة‎, lat. zirafe), ku bi rola wê ger ji zimanê somalî hatiye peydakirin[2],ku wek yê bi lez dimeşe hatiye wergerandin.

Binecure

Giraffa camelopardalis peralta ku bin xeterê
  • Giraffa camelopardalis, Canhêştir.[3]
  • Giraffa camelopardalis antiquorum.
  • Giraffa camelopardalis angolensis.
  • Giraffa camelopardalis reticulata, canhêştira somalî.
  • Giraffa camelopardalis tippelskirchi.
  • Giraffa camelopardalis rothschildi.
  • Giraffa camelopardalis giraffa.
  • Giraffa camelopardalis thornicrofti.
  • Giraffa camelopardalis peralta.

Pêşangeh

Çavkanî

Girêdanên dreve