Balindeyên dirende

Firrindeyên dirende[1] an jî Firrindeyên goştxwer, ew Firindeyên yên ku nêçîr dibim ji bo xwarinê li dema firînê. Firindeyên dirende bi hemû hestên xwe yên xurt bikaranîn dike bi taybetî nerîn. Firindeyên dirende bi nêçîr kirina movikdaran (tevî çûk û balindeyan) tê nasîn. Kulab û nikulên Firindeyên dirende mezin û xurtin û bi wan dikanin goştê nêçîran biçirîne.

Dabeşandina balindeyên dirende

Balindeyên dirende di heft famîleyan hatine dabeşandin:

  • Famîleya baziyan (Accipitridae): şabaz, eylo, şahîn, başok û sîqalkên Cîhana kevn.
  • Famîleya eyloyên masîgir Pandionidae: eyloyê masîgir
  • Famîleya balindeyên sekreter (Sagittariidae): balindeyê sekreter
  • Famîleya bazan (Falconidae): laçin, karkara an bazê amerîkanî û teşîlok
  • Famîleya sîqalkên Cîhana Nû (Cathartidae): sîqalkê amerîkanî an kondor.
  • Famîleya kundan (Strigidae): kund
  • Famîleya kundên kadînan (Tytonidae): kundê spî.[2]

Pêşangeh

Çavkanî

Girêdanên derve