Şehadet

Şehadet yan jî kelimeya şehadetê (bi erebî: اَلشَّهَادَة‎, lat. eş-şehadet yan jî كَلِمَة اَلشَّهَادَة, kelimet eş-şehadet) şertê pêşîn ê îslamê ye. Yanî bona ku kesek bibe misilman divê berê kelimeya şehadetê bilêv bike û qebûl bike. Alimên îslamê ji vê re dibêjin bi dil îqrar kirin û bi ziman tesdîq kirin.

Şehadet tê manaya şahidbûnê. Misliman bi gotina şehadetê "ji yektiya Xweda re" û ji "pêxembertiya Muhemmed re" şahidbûna xwe îfade dike.Kelimeya şehadetê ji du hevokan pêk tê:

اَشْهَدُ اَنْ لٰا اِلٰهَ اِلّٰا اَللهEşhedu en la ilahe illallah (Ez şahid im ku ji bilî Ellah xweda tune)

وَ اَشْهَدُ اَنَّ مُحَمَّدًا رَسُولُ اَللهWe eşhedu enne Muḧemmeden resûlullah (Û ez şahid im ku Muhemmed pêxemberê Xweda ye)

Di mezheba henîfî da di hevoka duduyan da pêş gotina "resûlullah" (pêxemberê Xweda ye) dibêjin "'ebduhû we resûluhû" (evdê Xweda û pêxemberê Wî ye).

Kelimeya tewhîd jî bi şehadetê re heman tiştî îfade dike. Tenê peyva "eşhedu" yanî "ez şahid im" nahê gotin. Kelimeya tewhîd wihan e:

لٰا اِلٰهَ اِلّٰا اَللهLa ilahe illallah (ji bilî Ellah xweda tune)

مُحَمَّدٌ رَسُولُ اَللهMuḧemmedun resûlullah (Muhemmed pêxemberê Xweda ye)

Li gor hinek aliman kelimeya tewhîd tenê ji gotina "La ilahe illallah" pêk tê. Lewra "tewhîd" wate "yektî" ye û tê wê gotinê ku Xweda yek e.

Çavkanî