Emîliya-Romanya yan jî Emîliya (bi îtalî: Emilia-Romagna), yek ji 20 herêmên îdarî yên Îtalyayê ye. Herêm li beşa bakurê rojhilata Îtalyayê ku herêm navê xwe ji herêmên dîrokî yên Emilia û Romagna wergirtiye. Paytexta herêmê bajarê Bolonyayê ye û rûerda herêmê bi qasî 22.446 km² ye. Li herêmê bi qasî 4.4 milyon niştecih lê dijîn.[1]
Agahiyên di derbarê rûerda parêzgehan, hêjmar û belavbûna gelheyê.
Navê parêzgehê
Rûerd (km²)
Gelhe
Belavbûn (kes/km²)
Bolonya (parêzgeh)
3.702
973.295
262,9
Ferrara (parêzgeh)
2,632
357.471
135,8
Forli-Cesena (parêzgeh)
2.377
387.200
162,9
Modena (parêzgeh)
2.689
686.104
255,1
Parma (parêzgeh)
3.449
431.419
125,1
Piacenza (parêzgeh)
2.589
284.885
110,0
Ravenna (parêzgeh)
1.858
383.945
206,6
Reggio Emilia (parêzgeh)
2.293
517.374
225,6
Rimini (parêzgeh)
534
302.137
565,8
Li herêma Emilia-Romagna 9 bajarên ku nifûsa wan ji 100 hezarî zêdetir in cih digire. Herêm, li Îtalyayê di rêza bajar û bajarokên ku di derbarê gelheyî ve herêma herî mezin e. Ji 30 bajarên yekem ku nifûsa wî zêdeye 7 bajar, ji 50 bajarên yekem ku nifûsa wî zêdeye jî 10 bajar, li herêmê cih digire.