UNESCO yan jî Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî saziyekî Neteweyên Yekbûyî ye ku bi mebesta pêşvebirina aştî û ewlekariya cîhanê bi rêya hevkariya navneteweyî ve di warê perwerde, huner, zanist û çandê de xebatên xwe dimeşîne. 193 dewletên endam û 11 endamên hevparên UNESCOyê hene. Navenda saziya UNESCOyê li Navenda Mîrata Cîhanî ya li ParîsaFransayê ye. 53 ofîsên qadên herêmî û 199 komîsyonên neteweyî hene ku li çar aliyê cîhanê alîkariya saziyê dikin. Destûrê bingehîn a UNESCOyê armanc dike ku "bihêztirkirina perwerde, zanist çand û bihêzkirina hevkariya di navbera neteweyan, ji bo dadmendiya gerdûnî, qanûn, mafên mirovan û azadiyên bingehîn ji bo her kesî û ji bo parastina aştî û ewlehiya mirovan ku Peymana Neteweyên Yekbûyî ji bo hemû gelan nas dike, bêyî cudahiya nijad, zayend, ziman û dîn, bibe alîkar." (zêdetir...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.
1816 – Arjentîn ji Spanya cuda dibe û serxwebûna xwe radigihîne.
1850 – Serokê 12em yê Amerîkayê Zachary Taylor piştî ku fêkiya xav û şîra cemedgirtî veixwe dimire. Li ser mirina wî gumana jehrkirinê tê tê kirin. Piştre jî Millard Fillmore dibe serokê 13em yê Amerîkayê.
1900 – Şahbanûya ÎngilistanêVictorya birryara bi navê padşahiya Ingilistanê derdixe Comonwiltha Awistralyayê were damezrandin. Li vê biryarê mêtîngehên parzemîna Awistralyayê hemûyan di bin alaya hikûmeteke Ferderal de dibin yek.
1952 – Hikûmeta Nurî El Saîd ya Iraqî radigihîne ku ew xwe ji kar dikişînin.
1963 – Piştî ku giravên Malezya ji Îngilistanê rizgar dibin, yekîtiya xwe radigihînin û Delweta Malezya ya Yekgirtî tê damezrandin.
1991 – Piştî salên qutbûnê careke din Başûrê Afrîkayê tevlî Olîmpîyada werzişê bû.
2002 – Rêxistina Yekîtiya Afrîkayê belav bû, piştre bi navê Yekîtiya Efrîkayê li paytexta Etiyopya Addis Ababayê ji nû vê hate çêkirin.
2006 – Taxima Îtalyayê bi penaltî zora taxima Fransayê dibe û 18mîn kopeya cîhanê ya goka lingan FIFA bi dest dixe.