Dîroka sumeran, dîrokekî mirovahiyê ye ku di hezarsala 5 û 3an b.z. de li Başûrê Mezopotamyayê qewimiye û serdemên Ubeîd û Urûkê ya pêşdîrokî vedigire. Şaristaniya sumeriyan, şaristaniya herî kevn ê herêmê ye ku bi hilweşîna Xanedaniya Sêyemîn a Ûrê re li dora sala 2004ê b.z. de bi dawî bûye. Piştî heyama sumeriyan, heyamek veguhêz a dewletên Amorî yên beriya geşedaniya Babîlê, di sedsala 18an b.z. de derketine holê. Li Başûrê Mezopotamyayê rûniştgeha herî kevn a naskirî Tell el-'Oueili ye. Sumeriyan îdia kirine ku şaristaniya wan ji aliyê xwedawendê wan Ea yan jî şêwirmendê wî (an Abgallu ji ab=av, gal=mezin, lu=mirov) Adapa U-an (Oannes a Berossus) ve hatiye avakirin. Kesên pêşî yên li Erîdûyê çanda Samarrayê ji Bakurê Mezopotamyayê bi xwe re anîne û bi serdema Ûbeîd re têne naskirin lê nayê zanîn ka ev Sumerî ne (paşê bi serdema Urûkê ve hatine girêdan) yan na. (zêdetir...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.
1410 – Bi yekîtiya Mîrîtiya Mezin a Lîtvanya û Keyîtiya Polonya li hemberî Şovalyeyên Tîtonî li gundê Grunwaldê şer qewimî.
1799 – Eskerek fransî di sefera Misrê yê Napolyonê de gava ku kelek çêdikirin bi tesadufî, Kevira Rosetteyê yê ku bi sê zimanê hatiye nivîsin dît. Bi xêra vê kevirê nivîsa Hiyeroglîf were famkirin.
1840 – Di navbera İmperatoriya Osmanî, Keyaniya Yekbûyî, Prûsya, Împeratoriya Awistirya-Macaristanê û Împeratoriya Rûsî de Peymana Londonê hate îmzekirin.
1910 – Emil Kraepelin di kitêba we ya bi navê Psîkîyariya Klînîkî (Clinical Psychiatry) de ji nexweşîna Alzheimerê re navek dide, berî we hevpîşeya wî Alois Alzheimer jî navek li vê nexweşînê dabû.
1955 – Hejde alimên ku Xelata Nobelê hildabûn, li dijî çekên nukleerî deklarasyonek (Deklarasyona Mainauyê) weşandin. Paşê 34 alimên din jî beşdarê vê deklarasyonê bûn.