Anna Montgomery Campbell (jdb. 1991, Lewes, Îngilistan - m. 15 adar 2018, Efrîn, Rojavayê Kurdistanê) şervaneke enteryonalîst bû ku bi navê xwe yê bi kurdî Hêlîn Qereçox dihate naskirin. Hêlîn femînîst, anarşîst û çalakvana rakirina zindanan a brîtanî bû ku di nav hêzên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) de li Rojavayê Kurdistanê di dema şerê navxweyî ya Sûriyê de şer kiriye. Hêlîn Qereçox di sala 2017an de di dema şerê li dijî DAÎŞê ya li Rojavayê Kurdistanê, ji Brîtanyayê derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe. Piştî perwerdeyeke leşkerî ya kurt di gulana 2017an de tevlî Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bûye. Piştî beşdarbûna YPJê, Hêlîn Qereçox li Rojavayê Kurdistanê beşdarî gelek şer û pevçûnan dibe ku yek ji van Operasyona Dêrazorê ye ku li dijî keleheke girîng a DAÎŞê hatiye lidarxistin. Piştî şerê dagirkirina Efrînê ku ji aliyê dewleta tirk ve ku di 20ê kanûna paşîn a 2018an li dijî kurdan pêk hatiye, Hêlîn Qereçox ji bo veguhaztina sivîlan derbasî Efrînê bûye. Hêlîn Qereçox di 15ê adara sala 2018an de di dema ku sivîlên ji Efrînê dihatin derxistin, di encama bombebarana dewlata tirk de jiyana xwe ji dest daye. (zêdetir...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.
1997 – Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê di şerê sivîl ê kurdan (birakujiya kurdan a 1997'an) de (di navbera YNK, PKK, Îran - PDK, Iraq, Tirkiye, PDK-Î de derketibû) bi operasyona çêkûç piştî ku li dijî YNKyê alîkariya PDKyê kir û bi PKKyê re herb kir, ji bakurê Iraqê vekişiya. Di vê herbê de bi tevahî 5000 hezar kes mirin. Tirkiye bi 30 an jî 50 hezar eskeran beşdarê vê operasyonê bûbû.