UNESCO yan jî Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî saziyekî Neteweyên Yekbûyî ye ku bi mebesta pêşvebirina aştî û ewlekariya cîhanê bi rêya hevkariya navneteweyî ve di warê perwerde, huner, zanist û çandê de xebatên xwe dimeşîne. 193 dewletên endam û 11 endamên hevparên UNESCOyê hene. Navenda saziya UNESCOyê li Navenda Mîrata Cîhanî ya li ParîsaFransayê ye. 53 ofîsên qadên herêmî û 199 komîsyonên neteweyî hene ku li çar aliyê cîhanê alîkariya saziyê dikin. Destûrê bingehîn a UNESCOyê armanc dike ku "bihêztirkirina perwerde, zanist çand û bihêzkirina hevkariya di navbera neteweyan, ji bo dadmendiya gerdûnî, qanûn, mafên mirovan û azadiyên bingehîn ji bo her kesî û ji bo parastina aştî û ewlehiya mirovan ku Peymana Neteweyên Yekbûyî ji bo hemû gelan nas dike, bêyî cudahiya nijad, zayend, ziman û dîn, bibe alîkar." (zêdetir...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.
1923 – Nîşana Hollywoodê yê bi nav û deng ku ji 14 herfê hatiye çêkirin, li ser girên Hollywoodê hate avakirin. Pêşî wek Hollywoodland hatibû nivîsîn, paşê di sala 1949'an de hate nûkirin û di vê nûkirinê de 4 herfên dawîn hatin avetin.
1960 – Dewleta tirkan gore ûstad Seîdê Nûrsî vekirin û tabûta we birin li derdora herêma Barla yê girêdayî Ispartayê veşartin. Cihê gora wî îro jî nehatiye dîtin.